Der barê hilbijartinên herêmî yên 2019’an de serlêdana sûc

  • 22:14 11 Gulan 2023
  • Rojane
ENQERE-Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê der barê nelêrêtiyên hilbijartinên herêmî yên 2019’an yên li Şirnexê de serlêdana sûc kir û ji bo ku heman rewş di hilbijartinên 14’ê Gulanê de neye kirin daxwaza lêpirsînkirina berpirsan, kir.
 
Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de barê nelêrêtiyên di hilbijartinên herêmî yên 2019’an ên li Şirnexê pêk hatin de li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê serlêdana sûc hat kirin.
 
Di lêpirsînê de hat xwestin ku der barê peywirdarên cemawerî yên di hilbijartinên 2019’an de nelêrêtî kirine de lêpirsîn bê vekirin û bên darizandin. Her wiha hat diyar kirin ku di hilbijartinên 14’ê gulanê de jî dibe ku nelêrêtî bên kirin û  divê der barê berpirsan de lêpirsîn bê destpêkirin.