Di hefteya 739'an de li aqubeta xizmên xwe pirsîn

  • 15:17 8 Nîsan 2023
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amedê û Êlihê xwestin kujerên Necatî Aydin Davût Altûnkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî bên dîtin û darizandin. 
 
Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 739’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist.  Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê hat xwestin ku kujerên Necatî Aydin ê xebatkarê tenduristiyê ku di 4’ê nîsana 1994’an de hat windakirin, pirsîn û serpêhatiya windakirinê hat xwendin. 
 
Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku ew bi taxrîbatên giran ên bêcezahiştina kujerên cînayetên salên 90’î re rûbirû ne. 
 
Ew ê ala têkoşînê hildin
 
Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî axivî û got ew ê ala hevalên xwe ya têkoşînê ku di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane her hilbidin. 
 
Serpêhatî hat xwendin 
 
Rêveberê ÎHD’ê Firat Akdenîz jî metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser windakirina Necatî Aydin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Êlih
 
Li Êlihê jî rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya heftane ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vê hefteyê xwend û pirsa kujerên Davut Altunkaynak û Nedîm Akyon ê 16 salî li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û piştî 21 salan cenazeyên wan hat dîtin kir û xwest kujerên wan demildest bên cezakirin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.