Di hefteya 739'an de li aqubeta xizmên xwe pirsîn 2023-04-08 15:17:57   AMED / ÊLIH - Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li Amedê û Êlihê xwestin kujerên Necatî Aydin Davût Altûnkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî bên dîtin û darizandin.    Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 739’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist.  Xizmên Windayan, rêveberên ÎHD’ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê hat xwestin ku kujerên Necatî Aydin ê xebatkarê tenduristiyê ku di 4’ê nîsana 1994’an de hat windakirin, pirsîn û serpêhatiya windakirinê hat xwendin.    Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku ew bi taxrîbatên giran ên bêcezahiştina kujerên cînayetên salên 90’î re rûbirû ne.    Ew ê ala têkoşînê hildin   Serokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken jî axivî û got ew ê ala hevalên xwe ya têkoşînê ku di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane her hilbidin.    Serpêhatî hat xwendin    Rêveberê ÎHD’ê Firat Akdenîz jî metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser windakirina Necatî Aydin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    Êlih   Li Êlihê jî rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya heftane ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vê hefteyê xwend û pirsa kujerên Davut Altunkaynak û Nedîm Akyon ê 16 salî li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û piştî 21 salan cenazeyên wan hat dîtin kir û xwest kujerên wan demildest bên cezakirin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.