Rejîma Îranê Sakîna Barwana girt

  • 11:14 6 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê cara duyemîn e çalakvana bi navê Sakîna Barwana digire. Sakîna Barwana 4 sal di girtîgehê de mabû.
 
Jinên ku pêşengiya serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin, ji hêla Rejîma Îranê ve tên girtin. Herî dawî çalakvan Sakîna Barwana ji mala xwe ya li bajarê Quçanê hatibû binçavkirin û hate girtin.
 
Sakîna Barwana beriya niha bi îdiaya “Bi armanca xirabkirina ewlehiya welat, endamtiya komên muxalîf” 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û 2 sal jî peywendiyên wê yên bi partiyên siyasî re hatibû qedexekirin. Sakîna Barwana piştî 4 salan, di 11'ê Sibatê de hat berdan, lê di 5'ê Nîsanê de dîsa hate girtin.
 
Nayê zanîn ka Sakîne Barwana piştî ku hatiye girtin, birine ku derê.