Rejîma Îranê Sakîna Barwana girt 2023-04-06 11:14:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê cara duyemîn e çalakvana bi navê Sakîna Barwana digire. Sakîna Barwana 4 sal di girtîgehê de mabû.   Jinên ku pêşengiya serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin, ji hêla Rejîma Îranê ve tên girtin. Herî dawî çalakvan Sakîna Barwana ji mala xwe ya li bajarê Quçanê hatibû binçavkirin û hate girtin.   Sakîna Barwana beriya niha bi îdiaya “Bi armanca xirabkirina ewlehiya welat, endamtiya komên muxalîf” 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û 2 sal jî peywendiyên wê yên bi partiyên siyasî re hatibû qedexekirin. Sakîna Barwana piştî 4 salan, di 11'ê Sibatê de hat berdan, lê di 5'ê Nîsanê de dîsa hate girtin.   Nayê zanîn ka Sakîne Barwana piştî ku hatiye girtin, birine ku derê.