Kesên Nobeta Jiyanê de hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 21:07 5 Nîsan 2023
  • Rojane
HATAY- 8 kesên di Nobeta Jiyanê de leşkeran lê tundî kirin û binçav kirin piştî îfadê hatin berdan.
 
Li navçeya Samandag a Hatayê  li dijî rijandina kavilên li qada Mîheyla Kuş û nêzî konbajarê li gel stadyumê hatibû belavkirin welatiyan dest bi Nobeta Jiyanê kiribûn. Cendermeyan tundî li welatiyan kirin û 8 kes binçav kiribûn. 
 
Ji 8 kesan kesên bi hinceta muxalefetê kanûna hejmar 2911 kirine hatin binçavkirin 5 heb duh piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. Sê kes jî îro piştî îfadê hatin berdan.