Kesên Nobeta Jiyanê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-04-05 21:07:35   HATAY- 8 kesên di Nobeta Jiyanê de leşkeran lê tundî kirin û binçav kirin piştî îfadê hatin berdan.   Li navçeya Samandag a Hatayê  li dijî rijandina kavilên li qada Mîheyla Kuş û nêzî konbajarê li gel stadyumê hatibû belavkirin welatiyan dest bi Nobeta Jiyanê kiribûn. Cendermeyan tundî li welatiyan kirin û 8 kes binçav kiribûn.    Ji 8 kesan kesên bi hinceta muxalefetê kanûna hejmar 2911 kirine hatin binçavkirin 5 heb duh piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. Sê kes jî îro piştî îfadê hatin berdan.