Li Wanê şitlên 4'ê Nîsanê hatin çandin

  • 13:35 4 Nîsan 2023
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitil hatin çandin.
 
Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Şitil di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) re di 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li navçeya Artemêt a Wanê hatin çandin. Tevgera Jinên Azad (TJA) , Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û MEBYA -DER jî tevli çalakiyê bûn.
 
Jinên ku şitil çandin bi çepik û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" çalakiya xwe bi dawî kirin.