Li Wanê şitlên 4'ê Nîsanê hatin çandin 2023-04-04 13:35:53     WAN - Li Wanê bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitil hatin çandin.   Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Şitil di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY-DER) re di 74'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li navçeya Artemêt a Wanê hatin çandin. Tevgera Jinên Azad (TJA) , Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û MEBYA -DER jî tevli çalakiyê bûn.   Jinên ku şitil çandin bi çepik û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" çalakiya xwe bi dawî kirin.