Ciwanan 4’ê Nîsanê pîroz kir

  • 21:36 2 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL-Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk, di çarçoveya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de bi şîara ‘Ciwan dimeşin şoreşê’ bernameyek pêk anîn. Gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn û balkişandin ser têkoşînê.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Xwendekarên Demokratîk bi şîara ‘Ciwan dimeşin şoreşê’ li Bagcilar a Stenbolê bi wesîla rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bernameyek pêk anîn. Aktîvîstên Tevgera jinên Azad (TJA), rêveberên HDP’ê, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek welatî tevli bûn.
 
Di axaftinên hatin kirin de li ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a di avakirina aştiyê de hat sekinandin û diyar kirin ku ji bo aştiya mayîne pêk bê û tecrîd bê şikandin divê têkoşînek bi biryar bê meşandin. 
 
Di pîrozbahiyê de 4’ê Nîsanê  bi coşek mezin hat pîrozkirin û peyamên heta Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşin bidome hatin dayîn.