Li Îranê meha dawî de 14 kes hatin darvekirin

  • 20:52 2 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê di meha Adarê de 14 kes darvekirine û ji bo gelek kesî cezayê darvekirinê hatiye erêkirin.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRP) bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Adarê ya binpêkirina mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand. Li gorî bîlançoyê, di meha Adarê de 14 kes hatine  darvekirin û cezayê darvekirinê ji bo gelek kesî hatiye erêkirin. Her wiha li gorî  çapemeniya navxweyî tenê di meha borî de Îran ji bo zêdetirî 20 kesî cezayê darvekirinê biriye.