Li Îranê meha dawî de 14 kes hatin darvekirin 2023-04-02 20:52:08   NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê di meha Adarê de 14 kes darvekirine û ji bo gelek kesî cezayê darvekirinê hatiye erêkirin.   Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRP) bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Adarê ya binpêkirina mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand. Li gorî bîlançoyê, di meha Adarê de 14 kes hatine  darvekirin û cezayê darvekirinê ji bo gelek kesî hatiye erêkirin. Her wiha li gorî  çapemeniya navxweyî tenê di meha borî de Îran ji bo zêdetirî 20 kesî cezayê darvekirinê biriye.