Strana Meclisa Jinan: Dîsa jin, dîsa jiyan

  • 12:18 2 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk ku starta kampanyaya hilbijartinê da, strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” ku gotin û awazê wê ya Devrîm Demîr e jî da nasîn. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Danezaan Hilbijartinê bi daxuyaniyekê ragihand û strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” da naskirin. Gotin û awazê stranê ya hunermend Devrîm Demîr e û ji hêla Komîna Tevna Jinê ve hatiye gotin. 
 
Gotinên strana hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk wiha ne: 
 
“Va ye em in, li vir in
Em ê bi jinê biguherîn in
Tovê azadiya xwe
Em ê bi destê xwe bireşîn in 
 
***
 
Bi tîrêjên roja pîroz 
Şax dide li nav axa me
Hêvîyên siberoja me
Ronî dikin vê riya me hêy 
 
*** 
 
Va ye em in em jin in 
Xwediyê fikrekî azad in 
Bendê ku ava bûne 
Li derdora xwe em radikin 
 
***
 
Em parêzvanên xwezayê ne
Xwediyê hilberînê ne
Avakerên jiyanê ne 
Û dildarê vê dozê ne hêy
 
***
 
Dîsa jin, dîsa jiyan 
Dîsa jin, dîsa azadî 
Belav dibe dengê me
Li heft parzemînên cîhanê 
 
***
 
Em ava dikin modêlek nû 
Li dora rastiya jinê 
Em davêjin tovê xwebûnê 
Em şîn dikin hêviya hebûne hêy”