Strana Meclisa Jinan: Dîsa jin, dîsa jiyan 2023-04-02 12:18:49     ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk ku starta kampanyaya hilbijartinê da, strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” ku gotin û awazê wê ya Devrîm Demîr e jî da nasîn.    Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Danezaan Hilbijartinê bi daxuyaniyekê ragihand û strana hilbijartinê ya bi kurdî “Dîsa jin, dîsa jiyan” da naskirin. Gotin û awazê stranê ya hunermend Devrîm Demîr e û ji hêla Komîna Tevna Jinê ve hatiye gotin.    Gotinên strana hilbijartinê ya Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk wiha ne:    “Va ye em in, li vir in Em ê bi jinê biguherîn in Tovê azadiya xwe Em ê bi destê xwe bireşîn in    ***   Bi tîrêjên roja pîroz  Şax dide li nav axa me Hêvîyên siberoja me Ronî dikin vê riya me hêy    ***    Va ye em in em jin in  Xwediyê fikrekî azad in  Bendê ku ava bûne  Li derdora xwe em radikin    ***   Em parêzvanên xwezayê ne Xwediyê hilberînê ne Avakerên jiyanê ne  Û dildarê vê dozê ne hêy   ***   Dîsa jin, dîsa jiyan  Dîsa jin, dîsa azadî  Belav dibe dengê me Li heft parzemînên cîhanê    ***   Em ava dikin modêlek nû  Li dora rastiya jinê  Em davêjin tovê xwebûnê  Em şîn dikin hêviya hebûne hêy”