ROJEVA 30'YÊ ADARA 2023'YAN

  • 09:00 30 Adar 2023
  • Rojev
 
*Endama Navenda Jineolojiyê ya Şehba-Efrînê Şîrîn Ehmed têkildarî 4’ê Nîsanê wiha got: "Ji 4’ê Nîsanê heta roja îro pêvajoyek mezin a qonaxên jidayîkbûna jinê heye. Jin bi ramanên Rêber Apo re ji nû ve zindî bû. Ji bo vegera jiyana xwezayî, demokratîk û azad bi çirûska di 4’ê Nîsanê de bilind bûye îro li hemû cîhanê belav dibe. Em ê jin bi vê rêxistina xwe azadiya Rêber Apo mîsoger bikin." DÎMEN HEYE
 
* Endamên Meclîsa Şaredariya Licê ya ku ji peywirê hatibûn dûrxistin, diyar kirin ku xebata sereke ya qeyûm, girtina saziyên jinan û betalkirina xebatên çand û hunerê bû û gotin: "Qeyûm heta niha bi navê xebatê 4 car in rêya taxên navçeyê dikole. Welatiyên ku di nava heriyê de man bêzar bûn."  BI DÎMEN 
 
* Ji hilbijartinê re demek kurt ma û  tifaqa AKP-MHP’ê qanûna hejmar 6284' ji bo xwe kiriye hedef. Femînîst aktîvîst Zozan Ozgokçe bertek nîşan da û got: “Tifaqek ku li ser pêknehatina qanûna 6284 hatiye avakirin, tê wateya ku li dijî kuştina jinan çavê xwe girtine. Bang li jinan dikim ku dengên xwe nedin Tifaqa Cumhur.” BI DÎMEN
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî ‘Teoriya Qutbûnê’ ya  ku çarçoveya teorik û dînamîk a esas a pêşketina têkoşîna zadiya jinê ye wiha dibêje: “Ev qutbûn ji  nebaşbûnê qutbûn e, ji bêbandorbûnê qutbûn e, ji fetisandina jiyanê qutbûn e.” Ev nirxandin îro jî rojevbûna xwe diparêze.