Dayikên Şemiyê: Bila dorpêça li Qada Galatasarayê bê rakirin

  • 16:39 29 Adar 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn a li dijî astengkirina çalakiya wan a li Qada Galatasarayê daye bi bîr xistin û bertek nîşanî dorpêça tevî biryarê didome dan û gotin: "Qedexekirina Qada Galatasarayê sûc e."  
 
Dayikên Şemiyê li dijî astengkirina çalakiya wan a piştî hefteya 700’an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê li dijî astengkirinê biryara “binpêkirina maf” dabû. Dayikan têkildarî biryara AYM’ê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Dayikên/Mirovên Şemiyê û gelek parazvanên mafên mirovan tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta “Galatasaray a me ye, Galatasaray a me hemûyan e. Em dest jê bernadin” hate vekirin. Metna çapemeniyê ji aliyê keça Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an de ji aliyê polîsan ve di bin çavan de hate windarkirin Besna Tosûn ve hate xwendin. 
 
Besna, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li hemberî qedexeyê serlêdan kirine û got: "Me ji roja destpêkê got ku ev qedexe li dijî hiqûqa gerdûnî û makeqanûnê ye. Me bi van îdiayan serî li meqamên darazê dan. Heta biryara AYM’ê ya di 23’yê sibata 2023’yan ev daxwazên me yên mafdar hatin paşguhkirin.”
 
'Em ê qêrîna bêedaletiyê bidomînin'
 
Besnayê bi lêv kir ku ew ê wekî Komeleya Mafê Mirovan û xizmên windayan ji bo biryara AYM'ê bê cih têkevin nava hewldanan û banga bidawîkirina sepanên kêfî kir. Besnayê bi lêv kir ku pratîka wan a 28 salan şahid e û ew xwediyê cesareta berpirsiyariya heqîqetê ye. Besnayê got ew ê daxwaza azadiyê bidomînin û ew ê li dijî bêedaletiya heyî bin. 
 
'Wê kes nikaribe rewakirina me tune bihesibîne'
 
Endama Komîsyona li dijî Binçavkirina Windayan Maside Ocak da zanîn qedexekirina Qada Galatasarayê sûc e û wiha got:"Wê kes nikaribe rewakirina me tune bihesibîne. Em ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin."