30 koçberên êzidî vegeriyan Şengalê

  • 15:52 29 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku 30 koçberên êzidî ji wargeha Bêrsîvê ya li Zaxoyê vegeriyane Şengalê.
 
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand di çarçoveya bernameya hikumetê ya ji bo girtina wargehên penaberan de, îro 30 koçberên êzidî ji wargeha Bêrsîvê ya li Zaxoyê vegeriyan warê xwe Şengalê.
 
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku ji bo vegera penaberan hemû asankarî ji aliyê rêxistinên navnetewî û Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ve hate kirin.