Berxwedana 'jin jiyan azadî' belav dibe

  • 13:25 29 Adar 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÜÇEYAN - Li gel ku çalakiyên "Jin, jiyan, azadî" ên li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber berdewam dikin pêkanînên hikûmetê yên li dijî jinan jî didomin.  Li dijî proje qanûna sepandina hîcaba bi zorê, jin li gelek navendên giştî kefiyê ji serê xwe dikin û nerazîbûna xwe ya li dijî proje qanûnê nîşan didin.  
 
Tevî hemû zext û binçavkirinan, li rojhilatê Kurdistan û Îranê nerazîbûn û çalakiyên di çarçoveya serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ de dewam dikin. Li gelek bajaran mamoste û kesön müçe digirın çalakî li dar xistin û daxwaza mafên xwe kirin. Her wiha li dijî proje qanûna sepandina hîcaba bi zorê, jin li gelek navendên giştî kefiyê ji serê xwe dikin û nerazîbûna xwe ya li dijî proje qanûnê nîşan didin.
 
Azadîxwaz serdana gora Jîna Emînî dikin
 
Gora jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bûye rawestgehek ya kesên azadîxwaz û kesên serhildana "Jin, jiyan, azadî" li dar dixin. Di rojên borî de ji gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê malbatên kesên ku di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane, serdana gora Jîna Emînî ya li goristana Ayçî ya li Seqizê kirin. 
 
Duh jî malbata Simko Mewludî yê di xwepêşandana li Mihabadê de jiyana xwe ji dest dabû, serdana gora Jîna Emînî kir û hemû kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.
 
Jin hîcaba bi zorê red dikin
 
Tevî zext û hewildanên rejîma Îranê yên ji bo sepandina hîcaba (serîgirêdana) bi zorê, lê roj bi roj hejmara wan jinên ku li cihên giştî de serê xwe nagirin  zêde dibe. Di çalakî û şahiyên Newrozê de hejmarek zêde ya jinan, wek bertek li dijî hîcaba bi zorê, bi awayê ser vekirî wêneyên xwe girtin û li ser medya dijîtal parvekirin.
 
Cezayê serînegirêdanê zêde ye
 
Li gor proje qanûna ku ji aliyê tûndrewên nava parlementoya Îranê ji bo zêdetir sepandina serîgirêdana bi zorê amade kirine, jinên ku qanûnê binpê dikin ji 500 hezar Timen ta 3 milyar Timen cezayê pere li wan tê birîn.
 
Li gor qanûnên Îranê, eger kesek bi xeletî û bêy xwestek bibe sedemê mirina kesek, divê ew kes bi qasî 900 milyon timen pere bide malbata kesê hatî kuştin ku cezayê serînegirêdanê ji vê zêdetir e.