ROJEVA 29'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 29 Adar 2023
  • Rojane
 
*Endama Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê, Emel Horo ya ku di sala 1992'yan de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye û Endama PYD'ê Eyşe Hiso têkildarî fikir, raman û rojbûna Abdullah Ocalan gotin:"Rojbûna Serok ji bo me vejînek e û em vê rojê li hemû malbatên pakrewanan pîroz dikin." DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Nisêbînê Nergîz Akyuz, destnîşan kir ku partiya wan ji bo hemû gelan hêvîyekê mezin dide û got: “Di demeke kurt de ji bo partiya me xwedîderketinek mezin çêbûye, partiya me hêviyê dide û em ê bi ser kevin ” DÎMEN HEYE
 
*Mulkiye Demîr ya xwediya kreşe ku ji ber karaseta lehiya li Rihayê pêk hat du milyon zirar kir û dewletê 10 hezar daye got: “Em di encama îhmalkariyê de di rê rewşê de ne.” BI DÎMEN 
 
*Gelê Kurd di 4’ê Nîsanê ku Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e bi navê "Rêwitiya ber bi Rojê" ber bi gundê ku lê hatiye dinê meşê pêk tîne û 18 sale tevî qedexeyan her sal pêk tê. BI DÎMEN