Parêzerên OHD’ê li erdhejzedeyan belavok belav kirin

  • 19:38 28 Adar 2023
  • Rojane
DÎLOK - Parêzerên OHD’ê li Islahiye ya Dîlokê ji bo agahdarkirina mafên hiqûqî broşur li erdhejzedeyan belav kirin û diyar kirin ku wê her tim bi gel re di piştevaniyê de bin.
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Dîlokê der barê pirsgirêkên welatiyên erdhejzede de li navçeya Islahiye ya Dîlokê broşur belav kir û xebata agahdarkirinê meşandin. Parêzeran li konbajarê Islahiyê broşur li welatiyan belav kirin û der barê mafê wan de agahdarkirin kirin. 
 
Parêzerê OHD’î Bulent Duran der barê xebata dimeşandin axivî û diyar kir ku dewletê welatî terkî qedera wan kirine û tiştên hatine jiyîn hovîtiye. Bulent Duran daxuyakirin ku wê ji vir şûnde jî bi welatiyan re di piştevaniyê de bin.