Îdanameya rojnamegerên girtî piştî 10 mehan amade kirin

  • 16:39 28 Adar 2023
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Îdanameya 16 rojnamegerên girtî piştî bi 10 mehan hat amadekirin û hat diyarkirin ku îdaname li dadgehê li benda nirxandinê ye.
 
Di çarçoveya lêpirsna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8 'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Derbarê rojnamgerên hatin binçavkirin; Mudura Karên Nivîsê ya Ajanasa me JINNEWSÊ Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler,  Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi îdaya "endamtiya rêxistinê" di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin.
 
Îdaname li dadgehê ye
 
Ligel ku ev 10 meh bûn derbarê lêpirsînê de tu pêşketin nebû, di rojên borî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû diyarkirin ku îdaname hatiye amadekirin û ji dadgehê re hatiye şandin. Îdanameya ku ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin hat diyarkirin ku li benda nirxandinê ye û piştî bê qebûlkirin wê rewşaşa rojnamegerên girtî ji nû de bê nirxandin û dîroka daneşînê bê diyarkirin.