Li Dîbege du zarokan jiyana xwe ji dest dan

  • 14:15 28 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê bajarokê Dîbege ragihand ku li bajarokê wan guleya topê bi du şivanan ve teqiyaye û di encamê de herdu şivan ku birayên hevbûn jiyana xwe ji dest dane.
 
Rêveberê bajarokê Dîbege ya ser bi Hewlêrê Beyar Necat ji ajansa Rojnewsê re axivî û da diyar kir ku li bajarokê wan guleyek topê ya ji serdema rejîma Baasê mabû, bi du birayên şivan ve teqiyaye.
 
Beyar got ku gule li nav zeviyek de hatiye dîtin, du şivan ku birayê hevbûn bi guleyê dileyîzin û piştre diteqe. Beyar da zanîn ku di encama teqîna guleyê de her du şivanên birayê hev ku temenê yek ji wan 12 yê din jî 16 salî bûn, jiyana xwe ji dest didin.