Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e

  • 14:09 28 Adar 2023
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar ku li ber edliyeya Rihayê çalakiya xwe didomînin li ser hesabê xwe yê dijîtal ev peyam parve kirin: "Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e, ya ku winda bûye mirovahî ye."
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 736’an de berdewam dike.
 
Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet” vekirin. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê dijîtal ev peyam parve kir: "Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e, ya ku winda bûye mirovahî ye. Di roja 736'an de em li ber edliyeyê li edaletê digerin divê ev bêedaletî bi dawî bibe."