Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin

  • 11:17 27 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Li navçeya Pirsûsê serê sibehê di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihanê serê sibehê polîsan avêt ser malan. Di serdegirtina malan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Derbarê binçavkirinan de tu hincet nehatin nîşandan. 
 
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevseroka DBP’ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî, Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê Yaşar Gunduzalp û rêveberên partiyê Salih Kaplan, Ayşe Aksu, Ergün Akaslan, Feryal Çelîkbaş, Îsmet Bali, Avni Gokkan, Mustafa Bali, Îbrahim Bulbul, Mehmet Akîf Yilmaz, Mehmet Yildiz."