Di konê şewat derket de zarokekê jiyana xwe ji dest da

  • 20:18 26 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îskenderunê di konê ku şewat derket zaroka 4 salî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Îksenderun a Hatayê  bi şev di konê erdhejzedeyan de şewat derket.  Tê texmînkirin ku şewita ji ber kontaxa ceyranê derketiye û Ertug Velîk Eker (18) û xwişka wî Yeşîm Eker (17) û Elîf Mîslîna Eker (4) birîndar bûn. Elîf Mîslîna Eker ya rewşa wê giran bû jiyana xwe ji dest da. Hat hinbûn ku beşek mezin a beden aYeşîm Eker jî şewitiye û dermankirina wê didome.