‘Bi tîpên Y û S jiyana kolektîf hedef digirin’

  • 19:26 26 Adar 2023
  • Rojane
STENBOL - Di sempozyûna navê "Di înfazê de wekhevî û mafê hêviyê" ku ÎHD Û TDÎ pêk anîn de parêzer Seda Şaraldi axivî û diyar kir ku bi girtîgehên Tîpa S û Y tecrîd hîn bêtir giran dibin û jiyana kolektif ya girtiyan li van girtîgehên yek tîp hedef tê girtin. 
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bi sernavê “Di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê”  sempozyûmek li dar xistin. Di runiştina duyem a sempozyumê de sernavê ‘tîpên girtîgehan û rejîma înfazê’ hat nirxandin. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ahmet Baran Çelîk moderatorî kir û parêzer Seda Şaraldi, Rezan Gezer û Ruken Altun jî wek axaftinker cih girtin. 
 
‘Di bin tecrîdek giran de ne’
 
Parêzer Seda Şaraldi axivî û balkişand ser mîmariya girtîgehên Tîpa Ye û got: “Ev girtîgeh paşên wan bi rojê de hatine çêkirin. Girtî tenê tên hiştin. Tê gotin girtiyên muebeta giran li van girtîgehan tên girtin lê girtiyên din jî li vir tên girtin û di bin tecrîdek giran de ne. Tecrîd alava êrîşê ye. Dixawzin moralên girtiyên siyasî serobino bikin. Ev polîtîkaye. Girtîgehên Tîpa S û Y nokteya ku tecrîdê nîşan dide ye.  Deriyên hucra otomotîk tên girtin û vekirin. Ji ber vê girtî gardiyanan jî nabînin.”
 
Jiyana kolektif tê bidawîkirin
 
Sedayê dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev girtîgehên Tîpa Y û S jiyana kolektif a navbera girtiyan tune dikin û girtiyan tenê dihêlin. Sedayê wiha dawî lê anî: “Tecrîda ser girtiyan her diçe giran dibe. Tirkiye hewl dide derbasî pergala girtîgehê ya DYA’yê bibe. Ev tîp dişibin girtîgehên DYA’yê. Girtî di şertên giran de ne. Divê ev Tîp bên girtin.”