Dema serlêdana namzetiyê ji bo Partiya Çep a Kesk bi dawî bû

  • 15:36 26 Adar 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Ji bo namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk, hezar û 147 jê jin bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirin. 
 
Dema serlêdanên ji bo namzetiya parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji lîsteya wê bikeve hilbijartinê, bi dawî bû. Bi giştî 2 hezar û 783 kesan serlêdan kirin. Ji van serlêdêran hezar û 147 jê jin bûn. Ji serlêdêran 310’an jê ji kotaya ciwanan û 57’an jî ji kotaya astengdariyê serlêdan kirin. 
 
Partiya Çep a Kesk dê di 9’ê nîsanê de lîsteya xwe ya parlamenteriyê eşkere bike û di 10’ê nîsanê de jî pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Biind (YSK) bike. 
 
Lîsteya namzetan dê di 11’ê nîsanê de teqez bibe.