Agir bi konê mexdûrên erdhejê ket

  • 11:25 26 Adar 2023
  • Rojane
 
HATAY - Li Îskenderûnê agir bi konê mexdûrên erdhejê ket û 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn. 
 
Îro di danê sibehê saet di 02.00’an de li baxçeyê Dibistana Navîn a Îmam Hatîbê ya li Taxa Denîzcîler a Îskenderûna Hatayê agir bi konê mexdûrên erdhejê ket. Tê gotin ku agir ji ber qontaxa ceyranê bi kon ketiye. Di şewata deket de ciwanê bi navê Ertûg Velî Eker (18) û xwişkên wî Yeşîm Eker (17) û Elîf Mîslîna Eker (4) birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa her du xwişkan giran e û ewil ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê hatine kirin. 
 
Tedawiya her du xwişkan didome.