İnfaza dayika aştiyê Hanse Bulut hat şewitandin

  • 19:40 25 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Înfaza Dayika Aştiyê Hanse Bulut bi hinceta ‘poşmanî’ qebûl nekiye sê mehan hat şewitandin.
 
Dayika aştiyê Hanse Bulut (66) ya li girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê girtiye  sê roj mabû ji tahliya wê re infaza wê hat şewitandin. Hanse Bulut ji ber poşmanî qebûl nekir tahliyeya wê sê mehan hat taloqkirin.
 
Hanse, di hevdîtina telefonê ya duh bi zarokên xwe re kir diyar kirku infaza wê hatiye şewitandin.  Kurê wê Abdullah Bulut bertek nîşanê şewitandina infaza dayika xwe da û wiha vegot: “Tevî cezayê jinek pîr a 66 salî diqede înfaza wê tê şewitandin. Ev ne wijdaniye. Temenê wê zedeye û nexweşe. Gelo bimre wê kî hesabê vê bide. Dayika min nexweşa tanisyon û şekire. Nexweşiyên wê li girtîghê hîn girantir bûne. Divê demildest bê tahliyekirin.”