Hevseroka HDP’a Datçayê Hulya Oguz jiyana xwe ji dest da

  • 18:16 25 Adar 2023
  • Rojane
MUGLA- Hevseroka HDP’a Datçayê Hulya Oguz jiyana xwe ji dest da.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a GElan (HDP) ya Datça ya Muglayê Hulya Oguz ku nexweşa pençeşêrê bû jiyana xwe ji dest da. Hulya ku ev 6 meh bû ji bo dermankirinê çibû Stenbolê jiyana xwe ji dest da û cenaza wê îşev wê bînin Datça ya Muglayê. Cenaza Hulyayê wê li goristana  Yakakoy bê definkirin.
 
Rêxistina HDP’a Datçayê li ser çapemeniya civakî peyamek weşand û got: “Ji ber windakirina Hulya Oguz em gelek xemgînin. Cenaze wê di 26’ê Adarê de roja Yekşemê piştî civîna bîranînê ya li HDP’ê wê li goristana Yakakoy bê definkirin. Serê me sax be.” 
 
Hulya, bi salane di têkoşîna siyasî de cih digirt û ji 2017’an heta niha li Datçayê di HDP’ê de rêveberî û hevserokatî kir.