Li Helebê li dijî komkujiya Cindirisê meş hat lidarxistin

  • 15:56 25 Adar 2023
  • Rojane
HELEB - Ji bo şermezarkirina komkujiya Cindirêsê, bi sedan welatî li taxa Şêxmeqsûdê daketin qadan.
 
Di 20'ê adara 2023'yan de dema ku welatiyên Cindirêsê hewldan agirê Newrozê vêxin rastî komkujiyeke ku di encamê de çar welatiyên ji malbetekê bûn qurban ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ên bi navê Ehrar Alşerqî yê hatin qetilkirin. Ji bo şermezarkirina vê komkujîyê îro bi sedan welatiyên li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê daketin qadan. Meş ji pêşiya eywana Yasîn dest pê kir û ber bi qada  Heft Pakrewana bi dawî bû. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Bi fedekariya şehîdên Newroza Cindirêsê wê serhildana Efrînê bi ser bikeve” û wêneyên Efrînê hatin hildan û bi dirûşma “ Bijî berxwedana Efrîn û Cindirêsê, Cindirêsê em heya mirinê bi te re ne ” meşê dest pê kir.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Fahîme Hemo ve hat kirin.
 
Fehîma di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “ Di destpêkê de em bejna xwe li ber hemû Pakrewanên Doza azadiyê Pakrewanên Cindirêsê ditewînin .”
 
Fehîma da zanîn ku ji ber kesên agirê Newrozê vêxistin kurd bûn hatine qetilkirin û wiha pê de çû : “ Di dema ku meşeleya Newrozê li Efrînê bi taybet li navçeya Cindirêsê dihat dadan çar welatiyên ji malbatekê, bûn qurban ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ên bi navê Ehrar Alşerqî yê ve hatin şehîdxistin. Bi hevgirtina dewletên Netewî re komkujî bi serê 4 welatiyan hat kirin. Ji ber kurd bûn hatin qetilkirin."
 
Fehîma di dawiyiya axaftina xwe de wiha got: “ Gelê kurd ji demê ber de bi taybet di nava dîrokê de xwedî çand û dîrokeke kevnar in her wiha tim û tim dagirkerî, komkujî û kuştin bi serê wan de tê û ev hemû kiryarên hovane li pêşiya çavên hemû dewletan tê kirin lê mixabin hemû dewlet û rêxistinên navnetewî bê deng mane. Lê welatiyên Efrînê îro bi serhildan û raperînan li dijî van kiryaran derdikevin û dibêjin ji kuştin û dagirkeriyê re êdî bes e.”
 
Herwiha welatiyê bi navê Ewaş Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman û got: “ Em komkujiya li ser gelê Cindirêsê şermezar dikin, gelê me li Cindirêsê hîna ji êşa erdhejê sax nebûne hîna welatiyên me di bin kavilan de mane lê tevî vê yekê jî dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe bi ser gelê me pêk tînin û wan dikin qurban.”
 
Ewaş da zanîn ku êriş ji bo şikandina vîna gelê kurd e û got: “Dewleta tirk û çeteyên wê bi van kiryarên xwe yên hovane ku bi ser sivîlan dide berdewamkirin ji bo şikandina vîna gelê kurd e lê em vêya qebûl nakin û em ê li pey doza Pakrewanên xwe bimeşin heya ku em bikaribin welatê xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”
 
Meş bi bi bilindkirina dirûşman bi dawî bû.