Li Guzeltepeyê duyemîn 'Atolyeya tendirustiya jinê' hat lidarxistin

  • 15:35 25 Adar 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Komeleya Piştevaniya Jinê ya Guzeltepeyê duyemîn "Atolyeya tendirustiya jinê" ya bi serenavê "Pirsgirêkên tendirustiya jinê" li dar xist.
 
Komeleya Piştevaniya Jinê ya Guzeltepeyê duyemîn "Atolyeya tendirustiya jinê" ya bi serenavê "Pirsgirêkên tendirustiya jinê" li Kuçeya Guzeltepeyê li dar xist. 
 
Atolyeya yekem bi sernavê "Paqijî û Pênasekirina Bedenê" di 4'ê Sibatê de hat lidarxistin. Ji ber erdhejê jinan navber dabûn atolyeyê. Civaknas Şimal Karabulut atolyeyan dide meşandin. 
 
Atolye her roja şemiyê saet di  14.00’an de tên dayin. Wê hefteya pêşiya me bi sernavên "Mafên tendirustiya zayendiyê","Perwerdeya zayendiyê ya di kamilbûn û zarokatiyê de" atolye bên dayin.