'Em ê destkeftiyên xwe yên hatine xespkirin paşde bigirin'

  • 13:47 25 Adar 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî tevlîbûna Partiya Refaha ji nû de û Hudaparê ya ji ser bazariya li ser destkeftiyên jinê ya Tifaqa Cumhur nîşan dan û got:"Em ê destkeftiyên xwe yên hatine xespkirin paşde bigirin."
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî tevlîbûna Partiya Refaha ji nû de û Hudaparê ya ji ser bazariya li ser destkeftiyên jinê ya Tifaqa Cumhur nîşan dan û got:"Em ê destkeftiyên xwe yên hatine xespkirin paşde bigirin." Meclîsa Jinê ya HDP'ê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ew ê serî netewînin. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin:"6284 ji bo zarok, jin û ferdên malbatê yên tundî li wan tê kirin derketiye û bi vê yekê re tê xwestin ev tundî pêşî lê bê girtin. Lê belê di metna deklarasyonê ya ku Partiya Refaha ji nû de û Hudaparê bi Tifaqa Cumhur îmze kiriye de ev hatiye hedefgirtin. "
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Tifaqa hilbijartinê ya hatiye avakirin destkeftiyên jinan hedef digire
 
6284 jî wekî Peymana Stenbolê hem di pratîkê de nakeve meriyetê hem jî dibe hedef. Îktidara AKP-MHP'ê polîtîkayên ji bo tundiya jinê ji holê rabe pêk nayne. Tifaqa hilbijartinê ya ava kirine jî destkeftiyên jinan dike hedef. Piştî Peymana Stenbolê hat betalkirin herî kêm 603 jin hatin qetilkirin û 464 bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
'Wê jin îktidarê bişîne'
 
Tu derdê îktidarê yê ku ji bo jinan şerdên mirovî yên jiyanê ava bike tune ye. Niha jî dixwazin bi peymanên mêr ên li ser maseyan destkeftiyên jinan ji destên wan bigirin. Em her tim dibêjin û em ê dîsa bibêjin me qebûl nekir em qebûl nakin. Em ê hemû destkeftiyên xwe yên hatine xespkirin dîsa paşde bigirin. "