ROJEVA 02'YÊ ADARA 2023'YAN

  • 09:00 2 Adar 2023
  • Rojev
* Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonûl Adîbellî diyar kir ku ji ber ku av tuneye nikarin serê xwe bişon, nikarin biçin tualetê, ji ber vê yekê, bi taybetî di nav jinan de, nexweşiya enfeksiyona vajînal û gurîbûn zêdetir tê dîtin û got: "Lê jin pirsgirêkên xwe ji bîr dikin û hewcedariyên xwe piştguh dikin. Em li dijî piştguhkirinê li vir in." BI DÎMEN 
 
*Jinên li Wanê di bin şertên giran de dixebitin di heman demê de bi xebata xwe li dijî zîhniyeta serdest jî têdikoşin û diyar dikin bi piştevaniyê dikarin zîhniyeta serdest biguherin.
 
* Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Êlihê Gurbet Dogan diyar kir ku ew ê di 8'ê Adarê de bi jinên mexdûrên erdhejê re pêşwazî bikin û got: "Em ê piştevaniya xwe mezin bikin." BI DÎMEN
 
* Navenda Koordînasyona Erdhêjê ya KESK’ê ya li Narliyê heta îro alîkarî gihand 10 hezar mexdûrên erdhejê. Endama MYK ya Egîtîm Senê Arzunûr Şîmşek Evren got divê piştevanî her tim hebe.
 
*TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeyên Qoser, Dêrîk û Şemrexê ya Mêrdînê serdana jinên mexdûr ên erdhêjê bikin. (11.00/17.00) BI DÎMEN