Jinên Mêrdînê çûn serdana mexdurên erdhêjê

  • 18:26 1 Adar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN – TJA’yê bi minasebeta 8’ê Adar’ê  bi dirûşma ‘Piştevanî dide jiyîn’ li navçeyên Nisêbîn, Kerboran û Mîdyatê serdana jinên erdhêjê kirin. Di  serdanê de jinan anîn ziman ku ev piştgirî moral û hêz daye wan.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeyên Nisêbîn, Kerboran û Mîdyatê çûn serdana jinên ku ji herêmên erdhêjê hatine. Li Nisêbînê serdanên ku pêk hatin de Hevseroka Partiya Hêrêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Sureyya Dundar, Şaredara Nisêbînê ya ku qeyûm tayînê şûna wê hatiye kirin Semîre Nergîz, Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Şîndar Akinci û gelek aktîvîstên TJA’yê tevlî bûn. 
 
Peyama girîngiya piştgiriyê
 
Di serdanê de jinan behsa tiştên ku jiyane kirin û gotin ji ber piştgiriya HDP’ê û dildaran gelek kêfxweş bûne,  bi piştgiriya wan  li ser piyan mane. Di serdanê de jinan, her wiha destnîşan kirin ku rayedar xwedî li wan derneketiye û gotin tu alîkariya Kizilayê jî ji bo wan nehatiye. Jinên TJA’yê jî pirsgirêkên jinan gûhdar kirin û pêdiviyên wan nîşe girtin.
 
Li Mîdyat û Kerboranê serdan
 
Parlamentera HDP’ê ya berê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û jinên TJA’yê li navçeya Mîdyat û Kerboranê jî serdana jinên mexdurên erdhêjê kir. Jinan diyar kirin ku piştgiriyê ew kêfxweş kirine û moralek mezin daye wan.