Çalakiya Malbata Şenyaşar 709 roj in didome

  • 14:50 1 Adar 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku "Nobeda Edaletê" 709 roj in berdewam dike wiha got: “Edalet girtî ye. Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin.”
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) li ber Edliyeya Rihayê di roja 709’emîn de Nobeda Edaletê didomîn.e Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû tev li çalakiyê nebû. Ferît Şenayşar îro bi tena serê xwe nobedê bi rê ve bir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Nobeda me ya edaletê di roja 709’emîn de didome. Edalet girtî ye. Hûn nikarin ser heqîqetan bigirin. Têkoşîna me dê edaletê bîne, wekî din tu rêyek nîne. Ne dema bêdengiyê ye.”