Li dijî Şengalê êrişa hewayî

  • 12:22 1 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDAN NÛÇEYAN - Dewleta Tirk li navenda Şengalê êrişekî hewayî pêk anî. Asayîşa Êzidxanê derbarê êrişa hewayî de daxuyaniyek da û hat diyar kirin ku di encama êrişê de ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim hatiye qetilkirin.
 
Dewleta Tirk li navenda Şengalê êrişekî hewayî pêk anî. Asayîşa Êzidxanê derbarê êrişa hewayî de daxuyaniyek da. Asayîşê ragihand êriş plansaziya dewleta Tirk û PDK’ê ye û di encamê de rê hevalê wan ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim hatiye qetilkirin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Îro di saet 11.30’î de li navenda Şengalê li dijî wesayîteke Asayîşa Êzidxanê êrişek hate kirin. Di vê êrişê de hevrêyê me, ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.
 
Derbarê ziraviyên vê êrişê de em ê agahiyên berfireh bi gelê xwe re û raya giştî re parve bikin. Lê em dizanin ev êriş plansaziya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ye, ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.
 
Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzidxanê çi bedel ji me were xwestin em ê bê dudilî vê bedelê bidin.
 
Em bang li gelê xwe û pêkhateyên Şengalê jî dikin ku li dijî van êrişên qirkirinê xwedî biryar û helwesteke xurt bûn. Dijminên Ezdatiyê dixwazin fermana li ser civaka me dewam bikin. Em car din radigihînin ku Asayîşa Êzîdxanê parezvanê gelê xwe ye û em ê îradeya gelê xwe, îradeya Şengala xweser û azad teslîmî ti kesî nekin.”