Konferansa ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja duyem de ye

  • 12:04 1 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa 'Azadî ji Rêber Ocalan re... aştî û îstîqrar li cîhanê' ya li Efrîkaya Başûr di roja duyemîn de dewam dike.
 
Konferans ji aliyê komeke xebatên kurdî ya mafên mirovan li Efrîkaya Başûr bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Cape Town tê lidarxistin.
 
Di konferansê de kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela ?beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdar bûn.
 
Mijarên ku îro di beşa yekemîn de bên nîqaşkirin ev in; çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê, hewldanên jinan ji bo bidestxistina azadiyê, bandora pirsgirêkên jinan li ser siyaset û civakê, sekinandina li hember sîstema baviksalar bi rêya şoreşê, şoreşa jinan di siyaset û demokratîkkirina civakê de, têkoşîna azadiya jinan û tecrubeyên erebî, afrîkî û tirkî.
 
Di beşa duyemîn de jî wê ev mijar bên nîqaşkirin; neteweya demokratîk, projeyên rêveberiya xweser a demokratîk û avakirina aboriyê, konfederalîzma demokratîk wek çareseriya li Rojhilata Navîn, modela Rêveberiya Xweser, sîstemên nû yên aborî, avakirina civaka azad, pêşxistina aboriya civak li Rojhilata Navîn û tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
 
Di beşa sêyemîn de jî wê mijarên; pêwîstiya şoreşê li Rojhilata Navîn û cîhanê, girîngiya konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, avakirina Sûriyeya demokratîk, serbestberdana Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û nexşerêya demokratîkbûnê, bên nîqaşkirin.
 
Di beşa çaremîn de jî dê ev mijar bên gotûbêjkirin; têkoşîna ji bo bidawîkirina dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, însiyatîfên li Sûriye, Kurdistanê û cîhanê.
 
Dê konferans bi hejmareke biryar û pêşniyaran bi dawî bibe.