Jinên ku ji Serhatê derketin rê li Meletî ne

  • 11:11 1 Adar 2023
  • Rojane
 
MELETÎ -  Alîkariyên ku ji hêla TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ve li Wan, Agirî, Îdir, Bedlîs, Erzirom, Mûş û Colemêrgê hatin komkirin gihaştin Meletî.  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, koliyên alîkariyê yên ji bo jin û zarokên herêmên erdhejê amade kiribûn şandin Meletiyê. Alîkariyên ku gihaştin Meletiyê li Navenda Koordînasyonê ya Krîzê hatin valakirin.  
 
Bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyîn" li bajarên Wan, Agirî, Îdir, Bedlîs, Erzirom, Mûş û Colemêrgê alîkarî hatin komkirin û hezar û 634 pakêt hatin amadekirin. Pakêtin ku hatin amadekirin dê ji hêla 42 dildarên jinan li herêmên erdhejê bên belavkirin.