Li Êlihê starta xebatên 8’ê Adarê hat dayîn

  • 10:27 1 Adar 2023
  • Rojane
 
ÊLIH - Aktivîstên TJA’yê li Êlihê starta xebatên 8'ê Adarê dan û ber bi Semsûrê ve bi rê ketin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma “Hevgirtina jinê dide jiyîn” deklarasyona xwe aşkera kiribûn. Aktîvîstên TJA’yê yên Êlihê îro starta xebatên xwe yên 8’ê Adarê da. Di çarçoveya xebatan de, ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê ber bi Semsûrê ve bi rê ketin.