‘Em ê 8'ê Adarê li dijî sersarî û binpêkirina mafan bimeşin’

  • 09:28 1 Adar 2023
  • Rojane
Medya Uren
 
ÊLIH - Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Rûken Işik got “Em ê li Êlihê li dijî sersariya îqtîdarê ya li hemberî mexdûrên erdhejê  serî rakin û di 8'ê Adarê de li dijî binpêkirina mafan bimeşin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi dirûşma “Hevgirtina jinê dide jiyîn” bernameya xwe ya derbarê çalakiyên 8'ê Adarê de eşkere kir. Piştî TJA’yê bernameya xwe eşkere kir li hemû bajaran jinan lez da xebatên xwe. Li Êlihê jî jinan bernama xwe bi xebatên piştevaniya bi jinên mexdûrên erdhejê re da destpêkirin. 
 
Aktivîsta TJA’yê Rûken İşik têkildarî bernameya xebatên xwe yên li Êlihê ji ajansa me re axivî.
 
‘Siyaseta wan di bin erdhejê de ma’
 
Rûkenê qala bernameya 8’ê Adarê kir û bi wê ve girêdayî pêvajo nirxand. Rûkenê got: “Me di sedala 21’emîn ku sedsala jinê ye de hewil da ku em bi bernameyek xurt 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî bikin. Me li gorî wê xwe amadekir û em bi hêvî bûn ku em qadan bihejinînin. Mixabin meha Sibatê bi erdhejeke giran destpêkir. Ji ber vê sedemê jî me li gorî wê bernameya xwe ji nû ve amade kir. Erdhej ne tenê li 10 bajaran li ser me hemûyan bandora  xwe kir. Erdhej bûyerek xwezayî ye nayê astengkirin, Lê tê zanîn ku ev herêmane cihên erdhejê ne û divê ewlehî hatiba girtin û piştî erdhejê jî pêwîstbû piştgiriya gel bihata kirin û tenê nehata hiştin. Lê me dît ku hikûmet di her mijarê de dibin erdhejê de ma. Siyaseta wan di bin erdhejê de ma. Em weke TJA û Meclîsa Jina a HDP’ê çawa ku em ji roja yekem a erdhejê ve  li qadanin bûn em ê di 8’ê Adarê de jî li qadên erdhejê bin. Emê hevgirtina xwe xurttir bikin.”
 
‘Emê hesab bipirsin’
 
Rûkenê got binpêkirinên mafan ên li herêmê hatine jiyîn bêjimarin û got: “Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Lê li aliyekî jî gelek bûyer qewimîn. Heyva sor a Tirk kon firotin û xurek firotin. Herwiha welatî nehatin têrkirin jî. Mixabin herî zêde jî pêdiviyên jinan li ber çavan nehatin girtin. Me xwest di vî warî de jî xebatek bidin meşandin. Heta niha bi dehan zarok wenda ne û dest danîne ser wan. Aqûbeta wan nayê zanîn. Dane kîjan weqfê, firotine kê nayê zanîn. Ev tenê bûyerên bûne rojev ku hesabê wan nayê dayîn. Em ê li dijî van binpêkirinên mafan hêrsa xwe bînin ziman. Em ê hesabê van bipirsin.”
 
‘Li dijî tecrîdê emê li qadanbin’
 
Rûkenê got mixabin salên di her alî de giran hatin derbaskirin û wiha pêde çû: “Bi tecrîda girankirî a li ser birêz Abdullah Ocalan re li ser tevahiya welat tecrîd tê meşandin. Ev tecrîd û şêweyê îşkenceyê bi xwe re silsileya qeyranan anî. Yek ji van êrişên li dijî jina kurd tê meşandinê ye. Gelek pêşengên kurdan ên jin hatin qetilkirin. Em ê ji bo bîranîna wan û keda wan jî li qadan bin. Em ê li dijî tecrîdê, li dijî êrişên li ser jinan dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Emê di 8’ê Adarê de li qadanbin’
 
Rûken naveroka bernamya xwe wiha parvekir: “Em ê bi serdana cihên erdhejê re starta xebatên xwe bidin. Em ê di 1’ê Adarê de ji Êlihê birê bikevin û ber bi Semsûrê ve herin. Roja yekem û dûwem emê li wir serdana mexdûrên erdhejê bikin. Em ê alîkariyên me kom kirine bi jinan re parve bikin. Li Êlihê zêdeyî hezar malbatên ji cihên erdhejê derketine bi cih bûne. Di 3’yê mehê de em ê ji bo piştevaniyê cardin serdana wan bikin. Di vê navberê de heta 7’ê mehê em ê li nevendê, taxan, navçeyan û gundan jî piştevaniya xebatan bikin û bi hêztir bikin. Di 8’ê Adarê de jî em ê ji perqa Atatûrk ya li navenda Êlihê ye dest bi meşê bikin. Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Ango di navbera 1 – 7’ê mehê de em ê ji bo beşdarbûna meşê jî bang bikin.”
 
‘Em ê bi serhildana xwe li qadanbin’
 
Rûkenê wiha berdewamkir: “Raste em bi awayek kêfxweş 8’ê Adarê pêşwazî nakin. Mixabin birînên me kûrin. Lê li gorî pêvajoyê jî em li qadane û çalekiyên xwe li dar dixin. Em ê jin hevdû tenê nehêlin. Em xemgîn bin jî em ê bi hêrs û bi serhildana xwe li qadan bin. Em ê li dijî sersarî, li dijî polîtîqayên qirêj yên li herêma erdhejê hatine meşandinê li qdan bin. Em ê di 8’ê Adarê de ji bo binpêkirinên mafan, ji bo piştevaniyê li qadan bin.”