Jinên TJA'yî ji bo Meletiyê TIR'ên alîkariyê şandin

  • 13:51 28 Sibat 2023
  • Rojane
 
WAN/AGIRÎ - Jinan ji Wan û Agiriyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Meletî alîkarî kom kirin û şandin. Jinan destnîşan kir ku bi ruhê piştevaniyê tevdigerin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, koliyên alîkariyê yên ji bo jin û zarokên herêmên erdhejê amade kiribûn şandin Meletiyê. 
 
Wan 
 
Li Wanê beriya şandina kamyona alîkariyê, jinan li Komeleya Jinan a Starê daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun axivî. Handan di axaftina xwe de bal kişand ser alîkariyên ku tên kirin û got: “Di çarçoveya ‘kampanyaya Piştevaniya Jinan’ de me koliyên alîkariyê yê ji bo jin û zarokan amade kirin. Weke TJA’yê em ê bi ruhê piştevaniyê tevbigerin û ji bo dermankirina birînan li herêmên erdhejê bin. Em ê birînên jinan bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ derman bikin.” 
 
Agirî
 
Alîkariyên ku ji Agirî hatin komkirin îro bi jinên dildar ber bi Meletiyê ve bi rê ketin. Der barê mijarê de Hevşaredarê HDP'ê yê Agirî yê Panosê Mûşerref Geçer daxuyanî da û diyar kir ku ew ê malzemeyên pêwîst ên ji bo jinên di erdhejê de zirar dîtine li gel dildaran bişînin. Muşerref peyama “Hevgirtina jinan me dide jiyîn” da.