Doza Weqfa Hîranur hat taloqkirin

  • 21:43 27 Sibat 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Duyemîn runtiştina doza der barê ku damezrînerê Weqfa Hîranur Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe y a 6 salî bi murîdê xwe  Kadîr Îsteklî re zewicandibû, piştî parastinên gumanbaran hat girtin, taloqî 31’ê Adarê hat kirin.
 
Yekemîn runiştina doza der barê  damezrînerê Weqfa Hîranur Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe y a 6 salî H.K.G bi murîdê xwe  Kadîr Îsteklî re zewicandibû  û bi salan destdirêjî lê hatibû kirin, di 30’ê Çile de hatibû dîtin. Di runiştina yekemîn de biryara veşariyê anîn ser dozê û runiştina duyemîn îro li 2’emîn dadgeha ceza giran a Edliya Anadolu hat dîtin. Gumanbar  Yusuf Ziya Gumuşel, Kadîr Îsteklî  yên girtî û Fatma Gumuşel ya bi şerta kontrola edlî tê darizandin amade bûn.
 
Gelek rêxistinên jinan, baro û parêzer tevli runiştinê bûn.  Piştî parastian gumanbaran hat girtin runiştin taloqî 31’ê Adarê kirin.