Li herêma erdhêjê serdan: Divê demografiya bajar neyê guhertin

  • 21:20 27 Sibat 2023
  • Rojane
 
HATAY - Komisyona Bawerî û Gelan a HDP’ê, DÎK, DAD û Komeleya Alimên Amedê  çûn Hatayê û diyar kirin ku divê sazbûna demografîk a bajar neyê guhertin û gotin: “Em gel bawerî ji hev veneqetin, em hev biparêzin wê wisa binpêkirin çênebin.”
 
Heyeta ku parlamenterê HDP’ê yê rihayê Nîmettullah Erdogmuş jî têde cih digirt ewil çû konê Koordînasyona Erdhêjê ya Konfederasyona Sendîkayên kedkarên Cemaerî (KESK) ya li Defne a Hatayê hatiye avakirin.
 
Kedkarên cemawerî agahî dan heyetê û diyar kirin ku hewcedariya bajar bi kon heye û bi pere jî nikarin kon peyda bikin. Heyet pişre çû sedana Navenda Piştevaniya Hatayê. Reşat Aşan yê HDP’ê ku di navenda piştevaniyê de bû, der barê xebatan de agahî da heyetê. Nîmetullah Erdogdu axivî û di axaftina xwe de wî jî balkişand ser xebatên tên meşandin.
 
Divê demografiya bajar bê parastin
 
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî axivî û wiha vegot: “Em bawerî û gel ji hev veneqetin em hev biparêzin  em bibin yek wê bi binpêkirinan re neyên rû hev. Em neçarin jiyanek nû ji nûve ava bikin. Di kavilan de mirov hene. Ev du roje em li herêmê ne û bê navber gotina ‘dewlet tune’ dibihîzin. Divê sazbûna demokrafîk a Hatayê xera nebe. Divê neyê guhertin. Avakirina jinûve ferze. Divê aliyê çandî, bawerî û netewî yê bajar bê parastin.” 
 
Hevberdevka Masa Îslamî ya Demokratîk a Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Dîba Keskîn Jî axivî û ji bo piştevaniya gel dildaran û HDP’ê spas kir.