Divê demildest perwerda rû bi rû pêk bê

  • 18:58 27 Sibat 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xwendekarên zanîngehê bertek nîşanê biryara perwerda ji dûrve ya piştî erdhêjê hatiye dayîn dan û diyar kirin ku divê demildest perwerda rû bir û pêk bê û dest ji zanîngehê bernadin.
 
Rêxistinên ciwanên sosyalîst li Îzmîrê der barê biryara perwerda ji dûrve ku piştî erdhêjê hat dayîn, li Kuçukpark a Bornovayê daxuyanî dan. Xwendekaran pankarta ‘Divê hemû xwendekar rû bi rû perwerdê bibînin’ vekirin û dirûşmeyên ‘mafê perwerdê nayê xespkirin’, ‘AKP dest ji zanîngehan bikşîne’ berzkirin.
 
‘Xwendekar şevekê de  ji yurdan hatin avêtin’
 
Li ser navê xwendekaran Elîf Kuçukakgul daxuyanî xwend û diyar kir ku desthilatdarî piştevaniya bi erdhejzedeyan re tehdîd dike û li ser hemû mexduriyet û xespkirina mafan, welatiyên xaniyên wan hilweşiyane li yurdên KYK’ê bicih kirine. Elîfê wiha got: “bi biryara hat girtin re xwendekar di şevekê de ji yurdan hatin avêtin.Tevî ku bi mîlyonan xanî, otel û mîvanxane hene yurdên KHK’ê ji welatiyan re hat tahsîskirin.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe  got ew dest ji zanîngehên xwe bernadin, polîtîkayên çewisandinê qebûl nakin û got wê daxwaza perwerda rû bir û bilind bikin,.