Di encama êrîşên hatin kirin de jinek birîndar bû

  • 16:53 27 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel berdewambûna polîtîkayên dewleta Tirk ên qetilkirina jinan, êrişên dewleta Tirk- li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Di encama êrişa ku li Til Temirê pêk hat de jinek birîndar bû.
 
 Dewleta Tirk a di rewşa erdhejê de jî êrişên xwe yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne êrişî gundê Dirdara yê Rojhilatê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kir. Hat zanîn ku di êrişa îro danê nîvro pêk hat de jina bi navê Wedha Elî Fares ku ji bo çêrandina pezê xwe li wir bû birîndar bû.
 
Hat zanîn ku Wehda Elî Fares a birîndar bû li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ya Til Temirê de tê dermankirin.