Pêşengeha pirtûkan ji bo nexweşên penceşêrê hat lidarxistin

  • 16:05 27 Sibat 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Polîteknîk a parêzgeha Silêmaniyê, pêşengehek pirtûkan hate danîn û biryar hat dayin ku dahata pirtûkan ji bo nexweşxaneya Hîwa ya ji bo nexweşên penceşêrê taybet e, were bexşandin.
 
Li Zanîngeha Polîteknîk a parêzgeha Silêmaniyê ji bo nexweşên penceşêrê yên li Nexweşxaneya Hîwa, pêşengehek a pirtûkan hate danîn. Di pêşengehê de gelek pirtûkên felsefî, wêjeyî, zanistî, derûnî û hinek cureyên din hatin nîşandan.
 
Di derbarê pêşengehê de organîzatorê pêşengehê Dilêr Babekir ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Wek gruba NewCity armanca me ya vê pêşengehê alîkariya nexweşên penceşêrê kirine. Di pêşengehê de 2 hezar û 500 pirtûk hatine nîşandan. Dahata pirtûkên di pêşengehê de wê ji bo Nexweşxaneya Hîwa ya li Silêmaniyê ji bo nexweşên penceşêrê taybet e, were bexşandin. Ger kesên ku pirtûkên wan ên bexşandinê hebin, em digirin û ji bo alîkariya nexweşên penceşêrê difiroşin.”
 
Dilêr Babekir diyar kir ku pêşengeh wê heta saet 17:00’yan vekirî be û eşkere kir ku di çarçoveya çalakiyê de hejmarek zêde pirtûk hatine firotin. Herî dawî da zanîn ku beşek ji navendên çapkirina pirtûkan jî bi sedan 40 buhayê çapkirinê daxistin.