Li Mereşê serdana mexdurên erdhejê hat kirin

  • 16:02 27 Sibat 2023
  • Rojane
MEREŞ - Şandeyeke ji endam û rêveberên DÎK, DAD û Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê pêk dihat li Bazarcixê çûn serdana mexdûrên erdhejê. 
 
Alimên Kongreya Îslamê ya Demokratîk (DÎK), Hevberdevkên Maseya Îslama Demokratîk a Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Emîn Ay û Dîba Keskîn, Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, Serokê Komeleya Alimên Amedê Haci Kadah, li navçeya Bazarcixa ku navenda erdhejê ye, serdana Aşxaneya Şaredariya Silopiyê, konê alîkariyê ku Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî ya Tenduristiyê (SES), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Şaredariya Dêrsimê vedaye û Malacemê ya Bazarcixê kirin û têkildarî xebatan agahî girtin. 
 
Şandeya ku ewilî serdana Aşxaneya Şaredariya Silopiyê kir, ji tenduristvanan têkildarî xebatan agahî girt. Tenduristvanan ragihandin ku nêzî 80 gundan xizmeta tenduristiyê dane û têkildarî pirsgirêk û kêmasiyên li herêma erdhejê qewimîne agahî dan. 
 
Şandeya ku serdana Malacemê ya Bazarcixê jî kir têkildarî astengkirina desthilatê ya alîkariyên tên, qeyûmê tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya li gundê Hasankoca yê Bazarcixê hatiye kirin, gefên li dijî mexdûrên erdhejê û welatiyên di encama mudaxileya dereng de jiyana xwe ji dest dan agahî girtin. Şandeyê spasiyên xwe pêşkeşî tenduristvan, welatî û partiyên ku bi dildarî hatine herêma erdhejê kirin û ber bi Hatayê ve bi rê ketin.