Li Meletiyê erd hejiya

  • 13:17 27 Sibat 2023
  • Rojane
MELETÎ - Li navçeya Çermiktî ya Meletiyê bi pileya 5,6 erd hejiya. 
 
Saet di 12.04’an de li navçeya Çermiktî ya Meletiyê bi pileya 5,6  erd hejıya. Hat zanîn ku erdhej bi kurahıya 6,96 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye. Erdhej li navçeyên derdorê jî hate hîskirin. 
 
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) pileya erdhejê weke 5,6 û Rasatxaneya Kandîlliyê jî weke 5,5 ragihand.