'Jîn nikarin xwe bigihînin xizmeta tendirustiyê'

  • 09:04 27 Sibat 2023
  • Rojane
Sema Çağlak
 
DÎLOK - Xebatkara tenduristiyê Zeynep Hazal Kaya, bal kişand ser kêmasiya xizmetên tenduristiyê yên li Îslahye û got ku divê xwe bigihînin gundan, gelek jinên ducanî ji ber ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tendirustiyê ber diavêjin.
 
Bilançoya erdhejên ku navenda wan Mereşe her ku diçe giran dibe, li herêma erdhejê pirsgirêkên tenduristiyê jî zêde dibin. Xebatkara tenduristiyê Zeynep Hazal Kaya ku li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ji mexdûrên erdhejê re xizmetê dike, der barê pirsgirêkên tenduristiyê yên jinan de agahî da.
 
‘Jin nikarin pêdîviyên xwe vebêjin’
 
Zeynep, daxuyand ku ji erdhejê herî zêde jin û zarok bi bandor bûne û got: “Di rojên ewil de hemûwelatî di hewildana xelaskirina zarokên xwe de bûn û ji ber vê gelek bi stres bûn. Gelek jin ji ber vê stresê berî wexta xwe regl bûn. Lê alavên wan ên hîjyenîk di mala wan de mabûn. Jin nekarin biçin hundirê malên xwe û alavên ji wan re lazim bigirin. Jixwe di alîkariya yekemîn ku hat kirin de alavên ji bo jinan tune bûn. Kesên ku alikarî digîhandin herêmê zêdetir mêr bûn û ji ber zîhniyeta baviksalariyê pêdiviyên jinan li ber çav nehatibûn giritn. Ji ber vê yekê jin di vegotina daxwazên xwe de bi fikar bûn. Ji ber ku jinan nekaribû pêdiviyên xwe vebêjin mexduritiyetek mezin jiyîn.”
 
‘Zarokên jinên ducanî ji ber wan çûn’
 
Zeynep, anî ziman ku li qadên erdhêjê ji ber cenazeyên li derve şewb belav bûne û got: “Ji ber hewaya sar gelek zarokan serma girtiye û nexweş ketine. Pirsgirêka jinan a bingehîn jî aliyê hîjyenê bû. Di vê pêvajoyê de gelek jinên ducanî zarokên wan ji ber wan çûn. Ji ber ku pêşiya wê mexduriyetê nehat girtin û tu kes li ser nesekinî gelek jinên ducanî zarokên wan di zikê wan de mirin. Her wiha heta niha jî gelek jinên ducanî bi vê xetereyê re rûbirû ne.”
 
‘Li gundan nikarîn xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê’
 
Zeynep, destnîşan kir ku jinên li gundan dimînin nikarin xwe bigihînin xizmeta tendirustiyê û wiha pêde çû: “Ji welatiyan re tîmekê tendurîstvan nehat ava kirin. Di vî aliyî de mexdûriyetek mezin çêbû. Ez xebatkara tenduristiyê me lê cih hat min ji neçarî pîrikî (ebetî) kir. Ji ber ku xebatkarên vê derê şandin deverên din. Ji ber wê kesên ku beşên wan ên tedirustiyê cuda jî ji neçarî di beşên din de jî xebitîn. Hem kêmasiya cîhazan hebû hem jî kêmasîya bijîşkan. Gelek jinên ducanî ji bo ku zarok ji ber wan neçin nikarin xwe bigihînin dermanê divê bigirin û di vî warî de alîkariya wan nehat kirin.”  
 
‘Xebatkarên me bi mobîngê re rûbirû man’
 
Zeynep, da zanîn ku wan bi derfetên xwe dermanxaneyek vekirin û got: “Xebatkarên me yên dildar ji roja ewil heta niha bi hemû derfetên xwe hewil didin ku xwe bigihîne jin û zarokan û belavkariya dermanan dikin. Lê mixabin em hatin astengkirin. Gelek caran malzemeyên me yên alîkariyê hatin desteserkirin. Xebatkarên me di şert û mercên dijawar de dixebitin. Gelek caran bi mobîngê re rûbirû man. Rixmî van hemûyan jî em hewil didin ku alikariya gelê xwe bikin.”
 
‘Ji bo zarokan xebat divê’
 
Zeynep, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dermanxaneyek li navçeya Islahiyeyê hat vekirinl lê belê divê ji bo gundan jî alikarî were kirin. Gelek welatiyên ku ji ber nexweşiyê nikarin ji nava nivînê derkevin hene û jinên ku nû welidî ne nikarin xwe bigihînin alav û xizmeta tenduristiyê. Ji ber wê jî divê yek bi yek li malan û konan bigirein û pêdiviyên mexdûran bên bicihanîn. Her wiha divê rewşa zarokan jî bê dîtin û pêdiviyên wan bên bichanîn. Di her kêliya hejandinê de zarok bi bandor dibin û dikevin rewşekê nebaş. Lewra divê ji bo zarokan bername û aktîvîte zêdetir bên kirin.”